Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin...
Transcript of Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê · kirin û li bersivan digerin...
13 Reşemî 2017
Siyaseta Turkiya ya nû û bandora wê li ser Doza Sûriya yê
Yekînya vekolînên siyasî
Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem, saziyek bo vekolîn, çand û ragihandinên serbixwe, ne sûdmend a. mijûlî berhemkirina vekolînan derbarî herêma erabî û bi taybet derbarî rewşa Sûryayê, ku girngî dide geşepêdana çandê, û pêşxistna medyayê, û behêzkirina rola civaka sivîl, û belavkirina hişyarya dimokrasiyê û giranbhabûna diyalogê, û rêzgirtin li mafê mirovan, her wiha pêşkêşkirina rawêjdarî û fêrkarî di warê siyasî û ragihandê de bo alî û rêkxirawên komlgeha Sûrî li ser bingehên niştimanî Sûrya yî.
Navenda Heremon çalakiya xwe rêkdixe di rêya çend giropan de (Yekînya vekolînên siyasî, yekînya vekolînên civakî, yekîniya wergêrî, yekînya pêdaçûna pirtûkan, yekînya yasayî) û çend bernameyên kirdar (bernameya rawêjdar û hewldanên siyasî, bernameya xizmetguzarî û kampênên mediyayî û drustkirina raya giştî, bernameya piştgêriya diyalogê û geşepêdana çand û sivîl ê, bernamya paşroja Sûrya yê), her wiha navend dikarê çend bername û çalakiyan li gor pêdiviyên deverê û rewşa Sûrî yê saz bike. Navend di rêya çend alavan de karê xwe li dar dixe, wek semînyaran, konfernansan, workşopan, kursên ragihandinê.
Navenda Heremonbo Vekolînên Hemdem
1
Naverok Pêşgotin ....................................................................................................................................................... 2
Yekemîn: Pêşgotinên Guhertinê û Armancên Siyaseta Nû ya Turkiya yê ..................................... 3
Dûwemîn: Sînorên Zivrandina Turkiya yê û Bertekên wê ............................................................... 5
Sêyemîn: Rêkeftina Astan yê, Wêstgeha Taqîkrinê ye ji aliyên Sponser re ................................... 7
Encam ........................................................................................................................................................... 9
2
Pêşgotin
Rêpêdanin siyaseta nû ya Turkiya yê, bi taybet lihevhatin û lihevtêgihiştinên Turkiya yê û
Rûsiya yê, bo sedema serqakirina tevahiya kesên mijûlî rewşa Sûriya yl, bi sedema tevlîbûna
Turkiya yê di nakokiya Sûriya yê de, û alîgira armancên şoreşa Sûriya yê ye; çi rûxandina
Rejîmê, û çi di pêşkêşkirina pêştgîriyên mezin ji hêzên şoreşê di warê siyasî û çekdarî de, ji bilî
pêşwazîkirin li çend meliyon penaberên Sûriya yê, tevî wiha, Turkiya xwe bapend dît bi
bûyerên Sûriya yê bi sedema hebûna sînor bi dirêjahiya 950Km an ji aliyê başûr ve, digel
(Metirsî ji pirsa Kurdî) yak u daxwaza statuyek serbixwe dike ku ava dibe li ser wêrankirina
Sûriya yê, bi nûneratiya Partiya Karkerên Kurdistanê/ PKK û şaxê wê li Sûriya yê Partiya
Yekîtiya Dimokratîk/ PYD, û pitir ew metirsiyên li ser ewlehiya neteweyî ji aliyên hebûna Îran
û mêlîşên pê girêdayî di xaka Sûriya yê de.
Turkiya yê bi awakî kûr tevlî Sûriya yê bû, lê ev yek di hat kontrolkirin ji aliyê dîtina
Amerîka yê û siyaseta Obama derbarê Şoreşên Buhara Erebî, û bi taybetî Sûriya di nav de, ku
avadibû li ser bingeha (Ne serketî û Ne şikestî), û kontrolkirina çi guherinan li Sûriya yê bi
hincet şer dijî Terorê.
Lê çend sedem wek Girjeya peywendiyên Rûsiya û Turkiya yê ku gihişt astê pevçûnê, paş
daxistina Turkiya yê ji Firokeya cengî ya Rûsiya yê di Cotmih/ Kewçêra 2015an de, û bilind
bûna girjeyên navxowyî, û berferhbûna parçe deverên jêr kontrola Partiya Yekêtiya
Dimokratîk parçek de li sînorê Turkiya û Sûriya yê, paş re ew kodetaya şikestî di 15ê Tîrmeha
2016an de, tevahiya wan sedeman wiha kir ku berpirsên siyseta Turkiya yê pêdaçûnek giştî
derbarê pilanên xwe bike, wisa lê kir ku ber Rûsiya û Îsraîlê ve bişe, her wiha hewlda ber bi
Misrê ve jî lê şikest anî. Ev zîvrandin ta niha sînor û aliyên wê ne diyarin, lê gelek pirs drust
kirin û li bersivan digerin derbarê rêbazên siyaseta Turkya ya navdewletî û herêmî, û di
despêka wan de şerê ku li Sûriya yê rû dide, û peywendiyên Turkiya yê digel hêzên şoreşê de;
bi sedema piştgîriya Turkiya yê ya obcektîv ji hêzên şoreşê re, û ew tamara pêdivî û pêwistiyên
şoreşê bû, lewma, Gelo ev yek dê bibe sedema ku şoreş xwe bê pişt bibîne? Yan jî ew
guhertinên dê demkî û tektîkî bin di siyaseta Turkiya yê de li gor berjewendiyên Turkiya yê be,
ku hêzên şoreşê dikarin digel de bijîn?
3
Yekemîn: Pêşgotinên Guhertinê û Armancên Siyaseta Nû ya
Turkiya yê
Erdoxan ne ji xwe de guhertin di siyaseta Turkiya yê de çê kir, lê ew wek vekişandinê tê
wesif kirin ji ew cihkirina serdestiya AKPê ku balkêş bû bi dilgeremî û payebûn bi postê
Turkiya yê û rola wê di siyasetên navdewletî de, xwe dispare cihê xwe yê ciyosiyasî yê giring,
û dîrok û çanda xwe ya dirêj, ku her gav serok wezîrê Turkiya yê yê berê, Ehmed dawûd Oxlo,
girngî pê dide, di gel pêşvexistina abûrî ya bilez. Ku Erdoxan naçar bû çendîn kesayetên
xwedan bandor di siyasete Turkiya yê de dûr bixe daku azadî yê ferhtir pêda bike ji tevger û
helwêstan re, yan jî ew keseyatî bûne rêgir jêr rola xwe di peywendiyên navdewletî de. Ew
guhertin hat çespandin çi bi sedema pêwistiyên dijwar, ku fişarê li ser yekîtiya Turkiya yê dikin
, yan jî fişarê li ser rola wê ya navdewletî û herêmî dike, lê diyar ew ne ji nişkê ve hat, lê çendin
hokarên navxowyî û derve hebûn li ser, wek:
1- Rewşa Navxowyî
Bi sedema pirrengiya Turkiya yê ji aliyên etnîkî û neteweyî û ayînî ve, Turkiya Nûjen ne hat
avakirin li ser civakî tûnd girêdayî di siysetê de, lê Deslatdariya Skularî yaku dirêjahiya 70 salî
berdewam kir, û zagona wê ya derfetek berferh da Artêşê, karîbû parstina aramiya siyasî bike
di riya dû hokarên serke; yekm jê: girêdayî ye bi ew rola ku Xerbê ji dixwest wek pirê di navbera
Roajava û Rojhilat de, û Turkiya yê li ser xwe arêkir, û dûwem jê: pêdiviya Xerbê bi Trukiya yê
bo ew dijberiya dîrokî li hember Kominsmê û Yekîtiya Soviyatê di dirêjahiya Şerê Sar de; ku
sere Rima Natoyê bû. Lê ew pêdivî nema paş hrfandina Yekîtiya Soviêtê û ji hev belavbûna
Hevbendiya Warso yê û serdariya yek serî, hokarek din hebû ew jî gihiştina Îslamiya te (AK
partî) bo deslatdarî yê, paş dehan salan ji tengkirinê li ser ku artêşê li dijî wan kar dikir, lê wan
xapînok kirin û sûdwergirtin ji rewşa dîmokrasiya Turkiya yê, di qûnaxa gihiştina AKPê de, ku
xebat kir jêr deslatdariiya zagona skularizmî de, û rijdbûna li ser pêdakirina rolek nû ji Turkiya
yê re ne li dijî daxwazên Xerbê û NATO yê , û daxazên wê yên trpilî di tevlî Yekêtiya Ewropa
yê de. Xerbê ew perdeya li ser aramiya Turkiya yê rakir wek fişarê li ser daku kontrola
daxwazên wê yên nû bike, û yekem rûberûn dema Turkiya yê redkir di şerê Îraqê de beşdar
bibe, û redkir asankariyan pêşkêşî friokeyên cengî bike di Adar/ Avdara 2003an de, ku ta niha
4
nirxê wê yeê dide. Her wiha mijarek asteng din heye ew jî pirsgirêka kurdî û Partiya Karkarên
Kurdistanê /PKK, ku ta niha çi çareserî jê re nehatî ye dîtin û her dem gur dibe, wek çawa niha
digel şoreşa Sûriya yê de, digelhebûna îslamiya sofîtî û bizava Fethulah Gulun ku li Turkiya yê
berfereh dibe û piştgîriya xwe ji Xerbê digre, bi awakî ne fermi, ku yekek ji hokarên
tevlêhevûna navxowyî bû nimaza paş hat tawanbarkirin bi kodetaya 15ê Tîrmeha 2916an de,
û tevî ku Erdoxan dijberên novxowyî tawan bar dike, lê ew dizanê dijeberên derve metirsîdatir
in.
2- Hokarên Derve
Bê gûman ew girje di navebera Amerîka û Turkiya yê de pitir xwedan bandore li ser rewşa
Turkiya yê, ku diyar bû cûdahî di navbera nerîna Turkiya yê û Amerîka yê di serdema Obama
de derbarê rewşa Sûriya yê de. ku rêveberiya Amerîka yê ne dilxwaz bû li ser guhertina Sûriya
yê ji ber gelek sedeman. Yên aşker jê, ew naxwazê altîrantîvek îslamî ji rejîma Asad re hebe,
lewma kelgermiya Trukiya yê kontrol dikir, her wiha bandora xwe hebû li ser nerîna Xerbê
derbarê helwêstên Turkiya yê, û aşker bû di helwêsta NATOyê de derbarê Turkiya yê, paş
daxistina Turkiya yê ji firokeya Rûsiya yê re, û vekişandina NATO ji moşkên Patroyêt yên li ser
sînorên Sûriya yê, Turkiya yê xwe dît di warê agere şerûpevçûnê digel Rûsiya yê de heye, ku
Turkiya ne dixwest û ne şiyanên xwe heye, herwiha Rûsiya yê jî na dixwest, ku rûberû tenê di
warên fişarên abûrî û gotinên rojnamevanî de ma, wek piştgîriya Rûsiya yê ya çekdarî û
mediya yî ji PYD re li Sûriya yê.
Îran ji aliyê xwe ve yarîzanek di rewşa navxowyî ya Turkiya yê daku destwerdana di doza
Sûriya yê de bike, bi kêmasî piştgîriya wê ji Partiya Karkerên Kurdistanê PKK (Serokatiya
Qendîlê) yaku naveşêrê hevbendiya wê digel Terabl, her wiha Teran destê xwe yên din heye
di Turkiya yê de, herwiha rejîma Sûriya yê û zaniyaryên ku hewl dide ziyana bighêje Turkiya
yê. lê ya herî metirsê dar di navxowya Turkiya yê de, rêxistina (Daişê), wekû tê zanin Turkiya
tometbar dibû bi piştgîriya wê, û asankariya derbasbûna çekdaran di riya wê de bo Sûriya yê
bo rûberûbûna mêlîşên şêî û bilezkirina rejîma Asad, ku lê vegere, û (Daişê) di çendîn bajarên
mezin li Turkiya yê bombekirin, û rewşa ewlehî yê tevlî hev kirin û bandore xwe li ser abûriya
Turkiya yê hebû, û diyare ku (Daişê) destê xwe di xaka Turkiya yê de heye û piştgîriya wê di
cîbecîkirina opersiyonên xwe yên xwekojî wek bombekirina çeştîxana Stanbolê di sersalê de.
5
Bi kurtahî, rewşa ewlehî yê di navxowya Turkiya yê de zaf lawaz bû û giheşta astekî gefê li
ser yekîtiya turkiya yê dike, ku nerîna ehmed Dawûd Oxlo û tiyora wî (Sifir Dijmin) winda bû,
û dijminên Turkiya yê pirtitrbûn çi navxowyî û çi derve, lewma hukumraniya turkiya li xwe
vegere û pêdaçûnekê drust kir, û lêborînê bike û li hevbendiyên nû bigere, û armanc jê
kêmkirina êrîşê li ser, û di serke de (sarkirina astengiya kurdî) li ser sînorên wê yên başûr, ji ber
ew metirsiya herî mezin li ser ku ager rewşa navdewletî derfet da bo hebûna kurdî li bakûrê
Sûriya yê, û dê fişarê li ser yekîtiya Turkiya yê bike.
Dûwemîn: Sînorên Zivrandina Turkiya yê û Bertekên wê
Ew zivrandina Turkiya yê di hevîna rabhûrî de û bi taybet lihevhatina wê digel Rûsiya yê
de çendîn pirsiyar drustkirin, derbarê daxwaz û bertekên wê li ser siyaseta Turkiya yê, be bê çi
bersivên zelal hebin. Nakokiyên Turkiya û Îsraîlê serrast bûn, û peywendiyên Turkiya û Rûsiya
yê vegeran wek berê, ji ber herdû alî pêdiviyên xwe bi hev hebû bi sayay berjewendiyên abûrî
yên mezin di navbera wan de, û ya giring daxwaza Rûsiya yê daku Turkiya bê alî be di warê
rûberûbûna Rûsiya yê li hember Xerbê, û hevpariya Turkiya yê digel Ukranî ya yêde ser
kenarên derya ya Reş, her wiha Rûsiya dixwaze ji Turkiya yê pêveber be daku ji çirava Sûriya
yê derkeve, ager Amerîka yê siyaseta xwe guhert paş serdema Obama.
Di çarçoveya pêdaçûna Turkiya yê de, dikarin rawestin li ser ew xala veguhestina Turkiya
yê bo desbexşeriya meydanî di şerê Sûriya yê de, paş 5 salan ku tenê piştgîriya opezisiyona
Sûriya yê dikir, û asankarî bo dikir û agehdariya penaberan dikir, û çendîn daxwyaniyên tûnd
li dijî rejîma Sûriya yê, û paş re veguhest bo destwerdana serbazî bi hevkariya grûpên Artêşa
Azad yên balpişt bi Turkiya yê, di riya vê destwerdanê de, wê dû çûk bi kevirekî kuştin, yekem
jê bi dagîrkirina wê ji parçek zemînê re ji Jerabulsê û Îzazê ta Babê hêviya Kurdî bi avakirina
statuyek li Bakurê Sûriya yê kuşt ku ji Qamişlî despêdike ta Efrînê, û dûwem jê wê pêyê xwe
derbasî xaka Sûriya yê kir, û xwe spand wek aliyekî di şer de, û aliyek di çareserkirinê de,
nimaza di rûberûbûna Îranê de, yaku mêlîşên û hêzên parstina şoreşê belav dibin li ser
piraniya xaka Sûriya yê. ev destwerdan ne dilxwaziya Amerîka yê bû, û tora Îranê dît, lewra
pêdviya wê hebû bi arê kirina Rûsiya yê daku bê kontrolkirin di sînor û armancên xwe de, û
6
ev yek derfet giring da zîvrandina Turkiya yê. û ager Turkiya beşdar bû di cenga rizgarkirina
Reqa yê, çi ji aliyê Babê ve paş derkirina Daişê jê, yan jî ji aliyê TilEbeydê/ GirêSpî bi razîbûna
(Hêzên Sûriya ya Dîmokratîk) yan bê wê, wiha Turkiya yê destê xwe di doseya Sûriya yê de
bilind dike.
Daxwyaniyên rojnamevanî û siyasî yên berpisrên Turkî- piraniya xwe dijber bûn- rolek
leyîst di zîvrandinê de, ku li xwe digirt nameyek ji fişarê pirtir ji rengê siyasetan, ku gelek çavêdr
û vekoler tevlîhev kirin. We nimûne, tevî ku Ewropiyan rêkeftina ku digel weîzrê derve yê berê
de îmzakirin, bo rêxistina herikandina koçberî yê ji kenarên wê ber bi Ewropa ve, û ne
bapnedbûn bi derfetpêdan bi turkan ku bi azadî li dewletên yekîtiya ewropa yê tevger bikin,
lê turkiyan gefên xwe cîbecînekirin di vekirina sînorên xwe de û derfet nedan penaberan ku
derbasî dewletên wê bibin. Herwiha ew daxwyaniyên turkiyayê ku tevl grûpa Şneghayî ya
abûrî bibe wek berdêlî ji yekîtiya ewropa yê, gelo turkiya di pêvajoya guhertina hevbendiyên
xwe yên stratîjî ye yên digel rojava de? Ya gelo ew hevbendiyên wê yên nû û li vir Rûsiya yê
dê altirantîv ji Rojava re bê? Û gelo rojava amade ye turkiya yê ji destê xwe berde, hevbenda
stratîjî ya xwedan cihê giring û şiyanên mezin? Pirsin pir zehmeta bersiv li ser bê dan, lê dîroka
dewletan û peywendiyên navdewletî û rewşa li berçav dibêje: Na, ne bi hesanî yan li ser
bertekên awerta, dewlet dikarin hevbendiyên xwe yên stratîjî biguhere, bi sedema
giranbphaya guhertinên wiha, û çi dewlet nikare nirxê wê hilgire, ager me got hevbendê nû
dişe jêre pêda bike, li gor vê yekê dibe piraniya hevbendiyên Turkiya yê yên heyî, yan yên dibe
avabibin, ew rengê tektîkî û sinordar bi mijare xwe, û ager têkliya Turkiya yê bi serket derbarê
rêveberiya nû ya Amerîka yê û ji siyasetên rêveberiya rabhûrî drbas bibe, û kêmkirina girjeyên
ku bi sedema wê rûdan, wej arêkirina Amerîka yê di avakirina herêmên ewlehî li bakûr û
başûrê Sûriya yê, ku ew daxwaza Turkiya yê li ser rijdbû, û hat qedexekirin ji aliyê Amerîka yê,
lewma gotûbêj debarî guhertinê di stratêjî di siyaseta Turkiya yê de û di hevbendiyên wê de
di vê qûnaxê de, tenê pêşbîniyên ne di cih de ne.
Çi guhertin di siyaseta Turkiya yê de dê nûvedana xwe ya nîgatîv li ser hêzên şoreşa sûriya
yê hebe, birêje ye kûrbûna guhertinê, bi sedema ku gelek kilîlên kontrol û serdariya şoreşê bi
rengî obcektîv di destê turkiya yê de ne. sînorek ji guhertin heye opezsiyona siyasî dikare digel
de bijî, lê ager ew zîvrandin ji wî sînorî derbas bû, dê opezisiyona sûriya yê naçar bibe
7
berdêliyên mizin bike di alav û xebatên xwe de. (rêveberiya xweserî ya kurdî) dê naçar bibe
hêviyên xwe biguhere, ji ber piştgîriya amerîkî jê re tenê çekdarî ye, û girêdayî ye bi çarenivîsa
rêxistina (Daşê) û pirojeya wê li Sûriya û Îraqê. Herwiha îran tengezar e ji perpêdana
peywendiyên Turkiya û Rûsiya yê, ji ber ew dê ser pişte daxwaz wê be li Sûria yê, ku wê gelek
nirx ta niha danî ye, û dibe siysseta Turkiaya yê ya nû tevger bike li ser xalên cûda û nakok di
peywendiyên Îran û Rûsiya yê de derbarî Sûriya yê.
Sêyemîn: Rêkeftina Astan yê, Wêstgeha Taqîkrinê ye ji aliyên
Sponser re
Paş ketina Helebê bi biriyarek navdewletî ne zindî di destê rejîma sûriya yê de, û paş
wêrankirina bordûmankirina Rûsiya yê taxên rojhilatê Helebê û bi dare zorê ew koçberkirin,
û tawanbarkirina Turkiya yê bi çewtê û guhertina wê bi Babê, aliyên serketî di Helebê de xebat
kirin daku vê yekê wek serkeftinek siyasî bi çespînên, her yek li gor xwe, Rûsiya yê her yek ji
turkiya û Îranê vexwendina civînevkê ser astê wezîrên derve li Moskoyê di 21î çileyê pêşîn/
berfanbara 2016an de, biyannameya Moskoyê jê hat ragihandin ku daxwaza platforma
Astana yê kir di 23ê çileyê paşîn/ rêbendana 2017an de, bi şivantiya Turkiya û Rûsiya yê bi
postê destber ji agerbestê re, ku hat li darxistin di 30ê çileyê pêşîn/ berfanbara 2016an de, û
çendîn binpêkirin dît, nimaza di sengera Wadî Berdea û Xoteya rojhilat, ku tevahya
binpêkirinên hatin tomarkirin ji aliyê mêlîşên hizbulaha lubnanî ve hat, ku şîrovekirin Îran û
Rejîm li ser agerbestê nerazî bûn û ne ji platforma Astana yê. dengê Rûsiya yê bilindtir bû paş
rêkeftin li ser konfiransa Astana yê, lê ew bilez nizmtir bû, û platform bû berdewamiyek ji
pêvajoyên Jinêvê re û ne berdêlî jê re, ku dawî hat ragihandin, ku dê agendên civînê,
çespandina agerbestê, û doseya girtiyan û herêmên dorpêçkirî, û kesên ku dê beşdar bibin
tenê serbazên grûpan ş rawêjdarên sivîl, û baskirin pir bû derbarê nerîna pêkanîna ecûmenek
çekdarî, pê dispêrin arkên ewleh yê û artêşê ku Rûsiya girngîyê dide herdwan. Konfiran pir
lawaz bû bi sedema nebeşdarbûna navdewletî xwedan bandor, ku rûsiya yê dixwest li îranê
red kirk u Sûdîyê, Qeter û Amerîka beşdar bibe, berî ku baliyozê Amerîka li Astanê beşdar bibe
wek çavdêr, heman xal derbarê netweyên yekgirtî, ku rola xwe hesankarî di pêvajoya
8
gotûbêjan de, û bi ne amadebûna Brîtaniya Fransa, Siûdî û Qeterê namek bo Rûsiya yê bû ku
derfet tune ji Astana re bibe berdîlî Jinêvê.
Konfiransa Astana di jêr encamên wî taqîkirnek dijwar di lihevhatina Turkî- Rûsî de ye, ku
herdû wek bapend di agerpestê de, û her wiha şiyana wan di spandina gaerbestê li ser aliyên
dijber jêr redkirina Îranê, û nebawerkirina rejîmê bi çareseriya siyasî, her wiha dê wek
taqîkirinê ji lihevhatinên Îranî- Rûsî re be derbarê doseya Sûriya yê, dema ku îran rijdbû li ser
daxwaza destwerdana Rûsiya yê de, û gûman heye ku wê budceya wê li xwe girtî ye, paş ew
şikestinên wê û hêzên rejîmê li Îdlibê di buhara 2015an de, zêdebarî wê, turkiya yê di civîna
sêalî li Moksoyê daxwaz kir bo vekişandina Mêlîşên Hizbûlah û tevahiya mêlîşên biyanî ji
xaka Sûriya yê, ku bû sedema torbûna serkirdariya Îranê, û tekez kir li ser asayîbûna hebûna
hizbûlah û mêlîşên din, ku hat li ser daxwaza (rejîma fermî) li Dimeşqê! Û di vê çarçovê de
daxwiyaniya Lavrov balkêş bû, û nameyên fişar ji Îran û Rejîmê re şand ku Dimeşq dê ketibana
jêr dest terorstan di heyama dû ta sê heftiyan ager Rûsiya yê destwerdan nekirbane.
Wiha jî Astana dibe taqîkirin ji şiyana grûpên çekdar ku xwe dûrbixin ji berbijarên Turkiya
yê yên nû, û ta çi astê dikarin biçin di peywendiyên xwe de digel Rûsiya û aliyên din de, ku hat
diyarkirin di cinvînên gotûbêj de, ku grûpan lidarxist li Enqera yê û bi deşdarbûna berpirsên
turki yên pile bilind- wek serokê desteya zaniyariyên Turkiya y Fîdan, û 5 rojan berdewam kir-
arêkrina frûpan di çûna xwe de bo Astana, ne bi hêsankarî bû.
Wisa jî Astana dê taqîkar be ji lihevhatinên Siûdî- Turkiya- Qeterê, wek dû dewlet
deswerdana şerê sûriya yê dikin, ku çi daxwiyanî ji aliyê Siûdî yê ve derneket, dibe ew li benda
encamên civînên astana be. Lê taqîkirina herî dijiwan ji para hêzviyên Rûsiya yê be, daku
deskeftên wê bi dilê Amerîka û Rojava bin, û derfetê bide daku bazarê bike di çend doseyên
daleqandî de, lê çi nîşan nehat diyarkirin, bi ne amadebûna Rojava ji Astana yê, û beşdarbûna
Anerîka bi awakî qels, ku Lavrov bi rengekî tal derbirî bi (çend dewletên Xerbê hene, ew
binavnekirin, hewldidin ziyanê bighînin konfiransa Astana yê, û ew yek ne d berjewendiya
çareseriyê li Sûriya yê).
Xalek din heye dibe li ser rawestin, ew jî vexwendin bo serbazan şi opezisiyon û şi rejîm,
tevî ku serokê herdû şandeyan kesên sivîl bûn, digel ne arêkirina Moskoyê ku vexwendinê ji
9
komîteya riyadê re ku hat avakirin li gor konfiransa Viyêna yê, herwiha ew opezisiyonên ku
wê avakirin wek Himêmîm û Qahire, gelo daxwazên Rûsiya yê çi ne daku gotûbêj di navbera
çekdarn de be? Gelo vedigere bo agendiyên konfiransê, ku tenê derbarê rewşa li ser qadê wek
ku hat diyarkirin, ku dê konfiranse bi daxwiyaniyek siyasî derkeve tê pêşkêşkirin bo mêzgirta
JInêvê wek mijarek bûyî di sibat/ reşmeya 2017an de, yan jî vedigere kêmbûna beşdarbûna
navdewletî, paş re rizgarkirina konfiransê ji navê têkçûnê?
Rûs wek tevan dizanin ku Ceng ew rengekî din ji siyasetê ye, û xebata çekdarî qûnaxek ji
qûnaxên karê siyasî ye, wiha jî serbaz ne pisporên siyasetê ne, paş re, ew ne amade ne ji karê
gotûbêjan bi sedema srûşta şoreşa Sûriya yê, Gotûbêj ew huner e û zaniste û dîroke ji
azmûnên komkkirî di pirsgirêkên navdewletî de, û berî tevan ew karekî siyasî ye li ser astoyê
wî zortirîn deskeft bi destxistin, li gor derfetên hevsengiyên navdewletî û siyasetên ew
dewletên destwerdan di şerê Sûriya yê de, ku bûye şerekî navdewletî û herêmî ji delve yan ji
bi xwe, gelo ager rewş wiha şiyana Moskoyê heye çareseriyek li gor xwe bi çespîne ji pişt civata
navdewletî û biriyarên wî? gelo grûpên ku çûn Astana yê dikarin nûneratiya miletê Sûriya yê
bikin? Û wê nikarîbû ga niha ji alîgiriya xwe drkeve û karên xwe yekgirtî bike di bername û
pêşniyarên xwe de, yan jî Astana bo derbaskirina demê ye, ne pêweiste bo verina sengerk nû
ji dewletên şivan re di vê qûnaxê de: ew tev pirsiyarên çav li riya aramkirina bahoza Astna yê
bibe, her wiha çav li riya helwêstên rêveberiya Amerîka yê ya nû derbarê doseya Sûriya yê,
daku li gor vê yekê tevger bikin, ji ber têkçûna Astana yê ne têkçûna hêzên navxowyî yên
sûriya yê lê belê têkçûna Rûsiya yê p siyaseta wê digel Turkiya û Îranê de.
Encam
Aşkere ye ku helwêstên dewletan û siyasetên wan yên demkî tên guhertin li gor
berjewendiyên wan bebê ku ziyanê bighîne hevbendiyên stratîjî, ku tên naskirin bi hêminî ye
xwe ya tund jêr saya cih û rol û şiyanên wê, û di nimûna Turkiya yê de ya li ber çav ew di
rewşek teng de derbas dibe, û rewşa navxwyî ya lawaz û asteng, û dijberên wê yên derve yên
pir, û her aliyek dixwazê bi aliyê xwe de bikşîne, û metirsiyek li cem heye ku rewûa xwe wek
rewşa Sûriya yê bike, ku metirsî ye kurdî mezine û çi viyanek siyasî tune ye ku çareser bike, ku
10
derfet mezin ji destê xwe berde, her wiha parçekirina siyasî li Turkiya yê dijiwar e, tevî ku
serketin ta niha di destê AK partî de, û neteweperestin turk digel de ne di vê qûnaxê de daku
rûberûyê (metirsiya kurdî bikin).
Guhertin di siyaseta Turkiya yê de pêwiste, tevî ku sînorên xwe ne diyarin, û aliyên din, bi
taybet opezisiyona sûriya yê ya çekdarî û ya siyasî, zanibin çi tê xwestin û çawa xebat bikin.
Turkiya bo opezisiyona Sûriya yê û penaberan giringe, lê şoreûa Sûriya yê û armacên xwe
(bo azadî û rûnmetî) girngtire; paş ew qûrbaniyên mezin ku bo hatin pêşkêşkirin. Ji
opezisiyonê nayê xwestin, pişta xwe bide Turkiya yê, lê belê pêweista jê dûrbûnekê ji
zivrandina Turkiya yê bigre, her wiha pêwista pêdaçûnekê û rêstk û girngiyên wê li gor şiyana
xwe û rewşê, û rêzên xwe û gotinên xwe yekgirtî bikin, û ji belavbûnê dûrkeve, herwiha
opezisiyon dibe sûd ji cûdahî û lihevhatin û armancên dewletên destwerdan di doseyê de, lê
pirsa hertim ewe, ta çi astê turkiya dikare gefê li opezisiyona sûriya yê dike û fişarê li ser bike
bo lihevhatinê, me li gor Sûriyan be.
Pêşniyar tune ye ku turkiya di fişare xwe li ser opezisiyona sûriya yê dûr biçe, bi sedema
ew pêwistiya wê heye bi opezsiona wek çawa opezisiyon pêdiviya xwe bi turkiya yê heye. Ku
wê bi hinceta çend yekîniyên artêşa azad wek perdê daku derbasî Sûriya yê bibin di riya
opersiyona mertala Ferat, wiha jî opezisiyona sûriya yê rêgirbûn li hember bandora rewşa
Sûriya yê li ser navxwoya turkiya yê, tevî ew kempîna bê bêzarî ya hêzên şoreşê sûriya yê paş
şikestina Helebê, çi kes şiyane xwe tune fişarê li ser opezisiyonê bike bi lihevhatinên
neheqanae, û ager tevlî lihevhatinên wiha bû dê miletê Sûriya yê vê yekê red bike.